Tebax 29, 2020 02:30 Asia/Tehran
  • Li darketina merasima şeva Tasûayê li hizûra Rêberê Înqilaba Îslamî

Merasima şîndarî û tazîdariya şeva Tasûaya Huseynî (S) bi beşdariya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) li dar ket.

Li gor malpera ragihandinê ya nivîsgeha Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî Hz. ayetullah Xamineyî, di vê merasimê de hucet-ul-îslam welmuslimîn Refîyî di axivtinekê de faktora sereke ya pêkanîna guhertinê "Hêvîdariya Rastîn û li gor xebat û têkoşanê" da zanîn û bal kişand ser çend onsur û faktorên hêvîdarker  yên wekî "palpiştiya li Xwedê teala", niyeta xêr û geşbîniya derheq wede û sozên Xwedayê mezin , "naskirina xalên hêz û qaweta xwe û naskirina xalên lawaziya dijmin" û "dershînbûna ji mînakên dîrokê yên hêvîdarker" û got: Faktora guhertinsaz a hêvîdariyê her ji dema bi rêketina karwanê Huseynî heya vegerîna Ehlê Beytê (S) bo Medîneyê piştî bûyera Kerbelayê li gişt qismên vê tevgerê yên wekî gotinên û daxuyaniyên Îmamê hêja û heval û ehlê beyta wî hezretî, xutbe, hevdîtin û xwenasandinên Hz. Seyd el-Şuheda  û heval û hogirên wî bi eşkera dikevin berçavan.

Herwiha di vê merasimê de Hucet-ul-Îslam Muhsin Ateşkar mersiye û nuhe xwendin û bobelad û belayên ku hatibûn ser Îmam Husên (S) û ehlê beyta wî hezretî û heval û hogirên wî hezretî rave kirin.

Sibê roja nehan ya Meha Muheremê ya sala 1442 Koçiya Heyvî hevgavê 29 Hezîrana 2020 roja Tasûaya Huseynî (S) ye.

Merasima tazîdariya heyamê şehîdbûna Hz. Îmam Huseyn (S) îmamê sêyem ê Şîeyên cîhanê ji şeva heftem heya şeva 12-an a Muheremê (26 heya 31 Hezîran 2020) bi mideha 6 şevan li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (S)  li Tehranê li dar dikeve.

Hz. seyd El-Şuheda Huseyn (S) îmamê sêyem ê Şîeyên cîhan bi heva û hogirên xwe ve û bi ehlê beyta xwe ve li 10 Muherema sala 61 ya Koçiya Heyvî li Kerbelayê şehîd bûn.

Serepeyv