Tebax 26, 2020 13:58 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Gelê Îranê bi bîr û baweriya aşûrayî li hemberî komployan bi ser ketiye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi rojên şîndariya jibo Îmam Husên (S), Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê, got: Gelê Îranê bi berxwedana wergirtî ji çanda aşûrayî, li hemberî komployên hêzxurtan bi ser ketiye.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna desteya dewletê da bi gotina vêya ku ji ber boykotên berfioreh û zextên kêmdîtî di sala 2018an da, derdora 50 miliyar dolar ji derhata welêt hat kêmkirin, got: Hesabên dijmin di rewşa asayî da durust bûn, lê palpiştiya xelkê bi çanda Aşûrayê û berxwedana li hemberî dijminê ku her rojê komployeke nû pêk dianî, bû sebeb pîlanên wan têk biçin.

Îmam Husên (S), Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê kuroja 10ê Muherema sala 61an a Hicrî li Kerbelayê şehîd bû, bi fedakariya xwe ya bêmînak li şergeha Kerbelayê, dersa azadetîû serfiraziyê fêrî gişt cîhanê kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da tevî amajeya bi planên dijminan jibo teslîmkirina gelê Îranê, got: Gelê Îranê bi berxwedana li hemberî komplo û zextan, rê neda ku armanca dijmin jibo hilweşandina hikûmetê serê xwe bigire.

Rûhanî bi gotina vêya ku di du salên bihurî da tevî sepandina boykotên herî giran, gelek proje li Îranê hatin vekirin, got: Di 5 mehên dawî da heta niha 21 projeyên mezin li Îranê hatin vekirin ku tenê yeke wan derdora 5 miliyar dolarî bû.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Di halekî da ku li welatên rojavayî, belavbûna Koronayê bûye sebeba tirsa xelkê û kêmbûna kelûpel û hewcetiyên rojane, bi morala berxwedanê ya gelê Îranê û têkoşîna berhemêneran, nemaze çalakên bingehên zanistbingeh, gişt hewcetiyên tendurustî û bijîşkiyê li nav welêt hatin berhemanîn û çerxa berhemanîna welêt heta rojekê jî ranewestiya.

 

 

Serepeyv