Tebax 24, 2020 17:04 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê rêûrisma şîngirtinê li Muheremê

Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê ragihand ku rêûrisma şîngirtinê îsal li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) bi awayê gelemperî dê neyê lidarxistin.

Navenda ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro Duşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Rêûrisma şîngirtinê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) îsal bi hegera berçavgirtina destûrkarên tendurustiyê û rêzikên ragihandî yên Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê bi awayê gelemperî nayê lidarxistin û şiroveya bernameyên şîngirtinê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê ji kanala 1ê ya televîiyonê were weşandin.

Ofîsa Parastin û Weşandina berhemên Hezretê ayetullah Xamineyî jî ragihand: Îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê û pêgiriya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ser berçavgirtina destûrkarên Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê, ev rêûrism bêyî amadebûna gel û tenê bi amadebûna axêver û medahekî dê were lidarxistin.

Ev rêûrism ji şeva heftem heta şeva duwazdehem bi qasî şeş şevan dê were lidarxistin.

 

 

 

Serepeyv