Tebax 22, 2020 17:56 Asia/Tehran
  • Serdar Fedevî:

Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî hişyarkirina Israîl û Imaratê, destnîşan kir: Îran dê bersiva her ûcre kiryareka handêr bide.

Serdar edmîral (deryadar) Elî Fedevî, Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Şemiyê di gotûbêja bi IRAN Pressê ra derbarê vêya ku Îranê çi kiryarên ewlehiyê derheqê hebûna siyonîstan li Imaratê pêşbînî kiriye, got: Heke biçûktirîn hereketa wan jibo xweşkirina rewşê bo amadebûna siyonîstan li navçeyê bibe sebeba kiryarekê, dê mirina wan bixwe ra bîne.

Serdar Fedevî her wiha got: Ev qada nû ku siyonîst û amerîkiyan vekirin, weke hemî adên bihurî dê bibe sebeba têkçûna wan û serketina Înqilaba Îslamî.

Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha tevî amajeya bi komployên dijminan jibo derbelêdana li Îrana Îslamî, got: Hêza Komara Îslamî di zêdetirî 41 salên bihurîda bi qasekê ye ku gişt zorbêjên cîhanê êrîşî ser Înqilaba Îslamî kirin, lê nekarîn serketineke herî biçûk bi dest bînin.

Li pey hewildanên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê jibo hêsankirina pêvajoya asayîkirina pêqwendiyan navbera Imaratê û Rêjîma Siyonîst, vê dawiyê Ebûzebî û Til Avîvê li ser asayîkirina tam a pêwendiyên dîplomatîk li hev kirin.

Lihevkirina Israîl û Imaratê, bûye sebeba nerazîtiyên berfireh ji aliyê komên filistînî, welatên navçeyê û hejmareke kesayetiyên siyasî yên cîhanê.

 

 

 

Serepeyv