Sefîrê Îranê li Bexdayê: Îranê ji Kazimeynê alîkariyên însandostane şan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i318719-sefîrê_Îranê_li_bexdayê_Îranê_ji_kazimeynê_alîkariyên_însandostane_şan
Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê diyar kir ku Îran amde ye alîkariyên zêde yên mirovheziyê ji Iraqê re bişîne û di dewamê de got: Îranê ji nexweşxana herema Îmam Mûsa Kazim (S) bona tedawî û dermankirina nexweşên koronayî kepsûlên oksîjenê şandine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 17, 2020 12:03 Asia/Tehran
  • Sefîrê Îranê li Bexdayê: Îranê ji Kazimeynê alîkariyên însandostane şan

Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê diyar kir ku Îran amde ye alîkariyên zêde yên mirovheziyê ji Iraqê re bişîne û di dewamê de got: Îranê ji nexweşxana herema Îmam Mûsa Kazim (S) bona tedawî û dermankirina nexweşên koronayî kepsûlên oksîjenê şandine.

Li gor Fars Newsê, Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî  duh di twittekê de nivîsî: Îran ji bo kokbirkirina vîrûsa Koronayê bi Iraqê re hevkariyê dike û di vê çarçovê de Îranê bareke kepsûlên oksîjenê ji nexweşxana herema Îmam Mûsa Kazim (S) îmamê heftem ê şîeyên cîhanê re şandiye.

Di van rojên dawiyê dejimara pêketiyên Koronayê li Iraqê gihêştiye 4 hezar kesî di rojê de û rayedarên vî welatî ji bo girtina pêşiya vê pandemiyê berbend û astengiyên zêde bikar anîne.