Tebax 16, 2020 20:01 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Bila Imarat têkiliya xwe digel Rêjîma Siyonîst bide ber venihêrînê.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê got: Bila Imarat venihêrînê di têkiliyên xwe digel Rêjîma Siyonîst pêk bîne û rêyekê nedomîne ku li ser zirara ewlehiya navçeyê be.

Serdar serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê roja Yekşemiyê di civîna "Hevfikirîn û hevahengiyê ya fermandarên hêzên çekdar û rêveberên medyaya Neteweyî" li Têhranê, tevî amajeya bi guhertinên herî dwî li navçeyê û lihevkirina Ebûzebî û Til Avîvê jibo asayîkirina pêwendiyan, got: Roja îro di rewşekê da ku gişt azadeyên cîhanê ji pêkanîna têkilî û dostiyê digel Rêjîma Siyonîst nefret dikin, cînarekî Komara Îslamî bi bêşermiya tam têkiliya xwe digel rêjîma zarokkuj (Rêjîma Siyonîst) aşkira dike ku cihê mixabiniyê ye.

Serleşker Baqirî bi gotina vêya ku Rêjîma Siyonîst bêyî berçavigrtina pîvanên dînê Yehûd her cûre zilmekê li cîhana Îslamê û heta derheqê gelê xwe dike, got: Têkiliyeke wiha jibo Imaratê ku welatekî erebî û misilman e, bi tu awayê nayê qebûlkirin ku têkiliya xwe digel rêjîma dijî qibleya yekem a misilmanan ku gelkê Filistînê aware kiriye û tevkujî dijî wan pêk aniye pêk bîne û bi awayekî aşkira ragihîne.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê tevî pêgiriya li ser vêya ku teqez nêrîna Komara Îslamî ya Îranê derheqê Imaratê dê ji binî va were guhertin, got: Heke bûyerek li navçeya Kendava Farisê biqewime û ewlehiya neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê tûşî kêşeyeke herçend biçûk were, hêzên çekdar ên Îranê wê ji aliyê Imaratê bibînin û tehemul nekin.

 

Serepeyv