Tebax 14, 2020 13:44 Asia/Tehran
  • Îran: Têkiliya dîplomatîk a Ebûzebî û Til Avîvê ehmeqiyeke stratejîk e

Wezareta karên derve ya Îranê tevî şermezarkirina pêkanîna têkiliya dîplomatîk navbera Imaratê û Rêjîma Siyonîst, ew wek ehmeqiyeke stratejîk da zanîn ku bê guman encama wê xurtbûna mihwera Berxwedanê li navçeyê be.

Li pey hewildanên bêrawestan ên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê jibo hêsankirina pêvajoya asayîkirina pêwendiyên navbera Imarat û Rêjîma Siyonîst, du aliyan li ser asayîkirina tam a pêwendiyên dîplomatîk li hev kirin.

Wezareta karên derve ya Îranê roja Îniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku gelê bindest ê Filistînê û hemî gelên azad ên cîhanê dê nema asayîkirina têkiliyan digel rêjîma dagîrker û cinayetkar a Israîlê û hevdestiya digel cinayetên wê rêjîmê biborînin.

Ev daxuyanî dibêje: Bê guman xwînên bi neheq rijandî yên heftê salan berxwedana jibo azadkirina welatê pîroz ê Filistînê û qibleya yekem a misilmanan zû an dereng  dê pêsîra xayînên li ramana Filistînê bigire.

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye ku Îran kiryara bi serşûrî ya Ebûzebiyê jibo asayîkirina pêwendiyan ndigel rêjîma sexte, nerewa û dijî mirovahiyê ya siyonîst wek kiryareke bixeterr dizane û bi hişyarkirinan derbarlê her cûre destwerdana Rêjîma Siyonîst di hevsengiyên navçeya Kendava Farsê radigihîne ku dewleta Imaratê û dewletên din ên hevrê divê berpirsiyariya gişt dûhatên vî karî bipejirînin.

Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Dîrok wê nîşan bide ku çawa ev şaşitiya stratejîk ji aliyê Rêjîma Siyonîst û ev xencera ku bi neheqî ji aliyê Imaratê va li pişta gelê Filistînê û tevahiya misilmanan lêket, dê bibe sebeba xurtbûna mihwera Berxwedanê û yekîtiya û hevgirtina dijî Rêjîma Siyonîst û paşverûyên navçeyê herî zêde bike.

Wezareta karên derve ya Îranê di vê daxuyaniyê da ji hakimên ku ji qesrên xwe yên şûşeyî pencikê xwe davêjin rûyê filistîniyan û gelên din ên bindest ên navçeyê wek Yemenê ra şîret kiriye ku bên ser hişê xwe û di naskirina dost û dijminên xwe rêya şaş negirin ber xwe.

 

 

 

Serepeyv