Tebax 12, 2020 18:17 Asia/Tehran
  • Teqeziya Sipaha Pasdaran û Artêşa Îranê li ser xurtkirina şiyana Berevaniyê û sekinîna li hemberî gefên dijminan

Fermandarên bilind ên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li ser birojkirina rêkarên hevgirtin û hevdengiya herî zêdetir jibo xurtkiirna şiyana berevaniyê û sekinîna li hemberî gefên bereya dijminan pêgirî kirin.

Civîna demsalî ya ya yekîtî û biratiya fermandarên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Çarşemiyê bi amadebûna Serdar serleşkerî Hisên Selamî, Fermandarê Giştî yê SSipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û fermandarên hêzên du saziyan li Têhranê hat lidarxistin.

Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî pêgiriya li ser vêya ku xurtkirina şiyana berevaniyê û şiyana pêşîlêgirtinê ya welêt bi saya yekîtî û hevdiliya hêzên çekdar nemaze artêş û Sipahê pêk hatiye got: Ji ber têgihîştin û hesta hevpar û yeksan derbarê xeter û gefan, ev hevrêtî dê roj bi rojê zêdetir bibe.

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê jî di vê civînê da tevî poêgiriya li ser vê yekê ku hevdilî û biratiya artêş û Sipahê bûye sebeba kêfxweşiya Fermandeyê mezin ê gişt hêzan, got: Besîret, hişyarî û agahiya yek bi yekê fermandarû kedkarên hêzên çekdar û şopandina fermana  Fermandeyê mezin ê gişt hêzan derbarê parastina yekîtiyê teqez komployên dijminan nekêrhatî bike.

Serepeyv