Tebax 10, 2020 20:59 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Dewlet bi hevkariya saziyên din, dê nehêle komployên dijminan serê xwe bigirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dewlet bi hevkariya saziyên din, dê ji rewşa lihevalyayî ku belavbûna Vîrûsa Koronayê û boykotên neqanûnî li ser welêt sepandiye, derbas bibe û rê li ber serêxwegirtina pîlanên dijminan bigire.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvara Duşemiyê di Civîna Konseya Hevahengiya Aborî ya serokên sê saziyan ku bi amadebûna serokê Parlimanê û Serokê Saziya Dadweriyê hat lidarxistin da tevî amajeya bi pêwîstiya parastina hevgirtina sê saziyan bi armanca çareserkirina pirsgirêkên aborî û jiyana gel û sekinîna li hemberî boykot û pîlanên dijminan, destnîşan kir: Dewlet bi hevkariya saziyên din, li pey geşatiya aborî û jiyana gel e.

Rûhanî bi gotina vêya ku roja îro dijmin ji bilî boykotan û anîna zextê, li dû reşkirinê û pêkanîna bêhêvîtiyê li nav gel e, got: Li gorî tecrubeya salên bihurî nemaze du sal û nîva vê dawiyê, Îran dê bi palpiştiya bi şiyan û zirûfên heyî li welêt û parastina hevgirtin û yekîtiyê ji van pirsgirêkan derbas bibe.

Di Civîna Konseya Hevahengiya Aborî ya serokên sê saziyan pêşniyara hilêxistî ji aliyê Erkantiya Aborî ya Dewletê jibo sekinîna li hemberî boykota neftî û rêveberiya pereyê li civakê hat hilkolandin û tevî pêşwazîkirina ji vê pêşniyarê, biryarên pêwîst jibo pêkanîna wê hatin dayîn.

 

Serepeyv