Tebax 05, 2020 21:35 Asia/Tehran
  • Gotûbêja wezîrên derve yên Îran û Ukraynê di derbarê bûyera ketina balafira Ukraynî

Wezîrên Derve yên Iran û Ukraynê li ser encamên seredana vê dawiyê ya şandeya danûstandinê ya îranî ya ji bo Kîevê ji bo şopandina dosiya xistina balafira Ukraynî, bi hev re gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cawad Zarîf û wezîrê karên derve yê Ukraynê, Kuleba Dmytro, roja çarşemê, di pêwendiyek têlefonê de, civîna dawîn a şandeyên danûstandinan wekî gavek erênî nirxandin û hêvî dikin ku ew danûstandin bi saya berdewamkirin û şopandinê û hevşêwirîn berpirsên pêwendîsarê bûyerê yên her du welatan zûtir bigihêje encama ku dualî jê razî bibin, nemaze ji bo malbat û xizmên qurbaniyên vê bûyera trajîk encameke baş bi dû xwe re bîne..

Di danûstendina têlefonê de, Zarîf li ser amade bûna Îranê bona dayîna xiramet û xwînbihayê pêgirî kir û ev yek wekî gavek ji bo kêmkirina êş û xemgîiya malbat û xizmên qurbaniyan nirxand.

Demitro jî di heman demê de diyar kir ku Ukraynê ji bo şandina taximekê  bo Tehranê di meha Teşrîn  bona domandina danûstandinan amade ye .

Di 8-ê Çileya 2020 de, balafirek rêwiyan a Ukraynê ku ji balafirgeha Îmam Xumeynî (re) ya Tehranê rabûbû li nêzî Tehran ket, û 167 rêwî û neh kedkarên wê hatin kuştin.

Piraniya rêwiyên di balafirê de hemwelatiyên îranî bûn û 32 rêwiyên di balafirê de jî pasaportên ji pênc welatan hebûn: Kanada, Afganistan, Ukrayna, Brîtanya û Swêd.

Serepeyv