Tebax 05, 2020 20:51 Asia/Tehran
  • Rêberê Mezin ê Înqilaba Îslamî efû an kêmkirina sizaya hejmarek ji mehkûmên dadgehên Îranê pejirand

Bi minasibetên eydên pîroz ên Qurban û xedîrê Xumê, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê efû an kêmkirina sizayên 2 hezar û 135 mehkûmên dadgehên Înqilabê, Rêxistina Tezîrata Hikûmetî û Rêxistina Dadweriya Hêzên Çekdar ên Îranê pejirand.

Serokê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî bi minasibeta hilketina eydên pîroz ên Qurban û xedîrê Xumê, nameyek ji Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyî re  şand û tê de pêşniyar û daxwaza efûkirin an bexşandina sizayên 2 hezar û 135 mehkûmên dadgehên Înqilabê, Rêxistina Tezîrata Hikûmetî û Rêxistina Dadweriya Hêzên Çekdar ên Îranê kiribû, Rêberê Înqilaba Îslamî jî ev daxwaz li gor benda 11 ya prensîb 110 ya qanûna bingehîn dît û ew pejirand.

10 Zeyheceya 1441 ya Koçberiya Heyvî beranberê 31 Tîrmeha 2020 eyda pîroz a Qurbanê ji eydên mezin ên misilmanan bû.

Herwiha 18 Zeheceya 1441 ya Koçberiya Heyvî beranberê 8 Tebaxa 2020 roja eyda pîroz ya Xedîra Xumê yek ji eydên mezin ên misilmanan e.

Serepeyv