Tîrmeh 31, 2020 16:24 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Boykotên Amerîkayê li dijî gelê Îranê cinayet e

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro Îniyê di axafftina televîziyonî ya bi boneya Cejna pîroz a Qurbanê destnîşan kir: Boykotên Amerîkayê li dijî gelê Îranê cinayetek e.

Hezretê Ayetullah Xamineyî armancên dijmin ên boykotkiirna pêkhatî ji armancên demkurt, navîndem û derêjdem û kêlekî da zanîn û got: Armanca kurtedem westandina gelê Îranê,

armanca navîndem rêgirtin li pêşketina zanistî ya Îranê û armanca demdirêj têbirina aborî ya dewletê û hilweşandina abora Îranê ye.

Wî bi bîr xist: Armanca wan a kêlekê qutkirina pêwendiya Îranê tev tevgerên berxwedanê li navçeyê da zanîn, tiştê ku dijminê qirêj bi sepandina boykotan dixwestiye pêk nehatiye û dê pêk neyê û ew bixwe jî mukur hatine.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku boykotê hin pirsgirêk derxistine û tu şikek tune, got: Gişt pirsgirêkên welêt jî têkildarî boykotan nînin, hinek ji ber rêveberiya lawaz e û hinek jî ji ber Koronayê.

Hezretê Ayetullah Xamineyî bal kişande ser hewildana Amerîkayê jibo veşartina rastiyan û berovajînîşandana rastiyan û got: Armanca veşartin û tehrîfê du tişt in: Yek derbelêdana li morala gel û ya din nîşandana navnîşana şaş jibo rakirina pirsgirêka boykotan e.

Wî got: Xwesteka îro ya Azmerîkayê ji Îranê devberdana tam ji pêşeya atomî, kêmkirina gellek zêde ya şiyana berevaniyê û devberdana ji iqtidara navçeyî ye, lê pejirandina van xwestekan dê teqez nebe sebeb ku Amerîka paşve bikişe û tu aqilekî jî nabêje ku jibo rawestandina destdirêjker, meriv xwestekên wê cih bîne.

Hezretê ayetullah Xamineyî, pirsgirêkên dijminê sereke yanî Azmerîkayê gelek mezin da zanîn ku bi yên Îranê ra nayên qiyaskirin û tevî hejmartina hin kêşeyên îro yên Amerîkayê weke navbira ecêb a navbera çîn û qatên civakê, cihêkariya nijadî, pirsgirêkên aborî û bêkariyên berfireh, pirsgirêka rêveberiyê di mijara Koronayê da û rêveberiya lawaz a civakî ku dibe sebeba dilreqî û kuştin û işkencekirina bi destê Polîsê Amerîkayê, got: Roja îro Amerîka li cîhanê bi tenê û nefretbar e.

Wî destnîşan kir: Bûyerên niha yên Amerîkayê agirekî di bin xweliyê da ye ku gurr dibe û tevî were serkutkitin, lê dîsa gurr dibe û pergala niha ya Amerîkayê ji nav dibe, ji ber felsefeya siyasî û aborî ya vê pergalê şaş û mehkûm bi jinavçûnê ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî di beşeka din a gotinên xwe da got: Sala 1397an (Koça Rojî) û piştî derketina Amerîkayê ji Peymana Atomî, mixabin welat bi mehan li benda sozên ewropiyan ma; Ewropiyan ti karek jibo sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê nekirin û tiştê ku bi navê Însteksê (INSTEX) hilêxistin jî, lîstokek bû ku serê xwe negirt.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ev beşa gotinên xwe bi vî awayî ser hev da anî: Îlaca boykotan çalakkirina zirûfên navxweyî ye ku ev jî hewcedara Têkoşînê ye.

 

 

Serepeyv