Tîrmeh 31, 2020 00:09 Asia/Tehran
  • Rûhanî Cejna Qurbanê li serokên welatên îslamî pîroz kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hatina cejna Qurbanê li serokên welatên îslamî pîroz kir.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê bi peyamên cuda bo serokên welatên îslamî, tevî pîrozkirina gihîştian cejna Qurbanê, ragihand ku serokên welatên îslamî bi saya vîn û hevkariyê bikarin pêdiviyên yekîtîû tekparçetiya cîhana îslamê dabîn bikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hêvî kir ku gişt misilmanên cîhanê bi bereketa vê cejna bimbarek û şopandina fêrkariyên bilind ên dînê mubîn ê Îslamê bikarin di rêka nêzikbûna li Xwedê pêngava rakin.

Sibe Înî, 10ê Zîheceyea 1441ê, 31ê Tîrmeha 2020î, Cejna Qurbanê ye.

 

 

Serepeyv