Tîrmeh 28, 2020 18:49 Asia/Tehran
  • Serleşker Selamî:Berfirehkirina çekên Îranê li gorî naskirina xalên lawazî û hêzê yên dijmin e

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Berfirehkirina amûrên leşkerî û çekên Îranê li gorî gef û naskirina rasteqîn a xalên hêz û lawaziyê yên dijmin e û meşqên şêrr ên Sipahê bi armanca piştrastbûn ji parastina bihêz a berjewendiyên gelê Îranêtên lidarxistin.

Serleşker Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Sêşemiyê di kêleka lidarxistina Qonaxa dawiyê ya Meşqa Şêrr a Pêxemberê mezin (S)-14 da got: Siyasetên me jibo parastina berjewendiyên bingehîn ên ên gelê ezîz ê Îranê berevanî ye, bi vê wateyê ku emê ji destpêkê êrîşî ser tu welatekî nekin, lê di taktîk û operasiyonê daa em tam êrîşkerane tevdigerin.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku fezaya tevgeriyana me di asta stratejiyê da berevaniyê ye, lê di astên operasiyon û taktîkê da em seranser êrîş in, got: Tiştê ku îro di asta hêzên hewa-feza û deryayî da hat nîşandan, seranser êrîşkerane bû.

Serleşker Selamî got: Êrîşa li ser yekîneyên ser avê yên dijmion di rewşa ku bixwazin destdirêjiyê lin berjewendiyên me bikin, bi pêkhateyek ji operasiyona êrîşkirina mûşekî û şerê yekîneyên ser avê hevrê digel belavkirina mayînan a afendî ji aliyê qayîqên êrîşker di vê meşqa şêrr da hat nîşandan.

Qonaxa dawiyê ya Meşqa şêrr a "Pêxemberê mezin (S)-14 ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ji îro Sêşemiyê va bi beşdariya hêza deryayî û Hêza Hewa-Feza ya Sipahê li navçeya gelemperî ya Parêzgeha Hormuzganê, rojavaya Tengava Hormuzê û Kendava Farsê heta kûrahiya axa welêt dest pê bû.

Serepeyv