Salvegera şehîdbûna Îmam Mihemed Baqir (S) û Tazîdariya ji ber wê li Îranê
Îrana Îslamî di şeva salvegera şehîdbûna îmam Muhemdê Baqir (S) pêncemîn îmamê şîeyên cîhanê di nava xem û şînê da ye.
Sibe Sêşemî înê 7'ê Zey-Hecceya sala 1441ê hevçaxê 28ê Tîrmeha sala 2020î salroja şehîdbûna hezretê îmam Muhemedê Baqir (S) îmam û pêşewayê pêncan ê şîeyên cîhanê ye.
Nasnavê pêncemîn îmamê şîeyên cîhanê, Baqir an Baqir ul Ulûm (kesê ku zanistan ji hev diqelişîne û şirove dike) ye.
Hezretê Îmam Mûhemedê Baqir (S) 19 sal û 10 mehan piştî şehîdbûna bavê xwe hezretê Îmam Zeyn ul Abidîn (S) erka giran a îmamet û pêşengîya dînî da ustîyê xwe.
Îmam Muhemedê Baqir (S) di serdema pêşengiya xwe ya dînî de bala xwe da ser belavkirin û berfirekirina çanda Îslamî, perwerdekirina telebe û şagirdan, rêvebirina sehabeyan û gel, cihanîna sunetên ceddê xwe hezretê Muhemedê Mistefa (S) di nava gel de û nîşandayîna riya rast bo dezgeha xasib a hikometê.
Îmamê pêncem ê şîeyên cîhanê di 7'ê Zey Hecceya sala 114`ê Hicrî-Qemerî di 57 saliyê de li Medînê bi destê Hişam Bin Evdilmelikê Emewî bi jehrê hat xistin û hat şehîdkirinê.
Saziya Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê ji ber Salvegera şehîdbûna Îmam Mihemed Baqir (S) sersaxiyê dide misilmanên cîhanê.