Tîrmeh 25, 2020 16:38 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Gelê Îranê li hember zextan çok danayne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi komployên dijminan jibo derbelêdana li welêt, got: Gelê Îranê têra xwe hêz û şiyan ji bo sekinîna li hemberî zextan heye û teslîm nabe.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê ya Îranê da got: Gelê Îranê li di têkoşîna dijî boykot, Vîrûsa Koronayê û pirsgirêkeke mezin, bi alîkariyê van pirsgirêkan hêsan dike.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku behrewergirtina ji projeyên netewetyî tevî hebûna boykotan û pirsgirêkên Koronayê nîşana meşa welêt di riya geşartiyê da ye, got: Hêviya li pêşerojê û plandarêştina durust, du hêmayên girîng jibo derbaskirina pirsgirêkan û bidestxistina pêşerojeke baştir e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi lidarxistina rêûrisma şîngirtina şehîdbûna Îmam Hisên (S), Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê, got: Ev rêûrism divê li seranserî Îrana Îslamî, bi coş û berçavgirtina deqîq a protokolên tendurustiyê cih bê.

Rûhanî destnîşan kir: Îran dikare mînakek jibo welatên din û wan şîeyan be ku dixwazin rêûrisma şîngirtina jibo Îmam Hisên (S) li dar bixin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotian vêya ku jiyana gelê Îranê bi evîna li Îmam Hisên (S) û çanda Aşûrayê û şîngirtina jibo Îmam Hisên va hatiye girêdanê, got: Eva ku gelê Îranê li hemberî zorbêjiya Amerîkayê li ber xwe dide, ji ber derswergirtina ji çanda Aşûrayê ye û hema vê çandê gelê Îranê qahêm û berxwedêr kiriye.

 

 

Serepeyv