Tîrmeh 24, 2020 18:43 Asia/Tehran
  • Welayetî: Îran dê tola şehîdkirina Sipehbud Silêmanî ji amerîkiyan bistîne

Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li karên navneteweyî şehîdkirina Sipehbud Qasim Silêmanî, wek cinayeta herî mezin a amerîkiyan li dijî Îranê piştî Înqilaba Îslamî da zanîn û got: Komara Îslamî ya Îranê di tola vê şehîdkirinê ji amerîkiyan bistîne û ev mijar teqil e.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRIB Newsê, Elî Ekber Welayetî, Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li karên navneteweyî bi gotina vêya ku Amerîkayê dijminê herî mezin ê Îran û welatên navçeyê ye, got: Amerîkiyan li nav axa Iraqê, mêvanê fermî yê dewlet û gelê vî welatî şehîd kirin.

Welayetî bi pêgiriya li ser vêya ku Komara Îslamî ya Îranê ji mijara şehîdbûna Sipehbud Silêmanî derbas nabe, got: Iraq jî ji vê cinayetê derbas nabe, ji ber ku bêrêziyeke mezin li Iraqiyan û hikûmeta serbixwe û bihêz a vî welatî hatiye kirin.

Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li karên navneteweyî tevî amajeya bi pesendnameya Parlimana Iraqê ya derxistina amerîkiyan, hêvîdarî kir ku ev kar zûtirkê pêk bê.

Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ku roja 3ê Çileya 2020î li ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê sefera vî welatî kiribû, hevrê digel Ebû Mehdî Mihendis alîkarê Serokê Besîca Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) û 8 kesên din di êrîşa asimanî ya hêzên destdirêjker û têrorîst ên amerîkî li nêzikî firokexaneya Bexdaya Iraqê şehîd bû.

 

 

Serepeyv