Tîrmeh 22, 2020 15:53 Asia/Tehran
  • Sûdwergirtina fermî ji yekem sayta

Teknolojiya nifşa pêncem a telefona destan bi destpêka sûdwergirtina ji yekem sayta 5G ya Îranê, bi awayekî fermî derbasî nav welêt bû.

Yekem sayta 5G ya Îranê roja Çarşemiyê bi hevkariya Wezareta Têkilî û Teknolojiya Agahiyan û Kompaniya IranCell'ê, bi amadebûna Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê li Têhranê hat birêxistin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di rêûrisma destpêbûna xebata vê saytê ku li kêleka civîna desteya dewletê hat lidarxistin, bi ragihandina vê yekê wek "Nûçeyeke Xweş", birêxistina nifşa pêncem a telefona destan wek "Guhertineke mezin a dîjîtal" da zanîn.

 

Serepeyv