Tîrmeh 21, 2020 22:45 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilaba Îslamî: Îran, Iraqeke bi hêz, serbilind û serbixwe dixwaze û Amerîka dijminê herî mezin ê Iraqê ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê anî ziman ku Îran, Iraqeke bi hêz, sebilind û serbixwe ku yekperçetiya axa wê were parastinê û yeketiya wê a navxwe berdewam bibe dixwaze û desnîşan kir: Amerîka bi rastî dijmin e û ew Iraqeke bi hêz û xwediyê hikûmetek ku bi pirabiya dengan were bijartin naxwaze.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyî îro berêvarê di hevdîtina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de bal kişande ser dijberiya Îranê li hemberî her kar û kiryarek ku bibe sedema lawazbûna dewleta Iraqê û got: Tiştê ku di warê pêwendiyên du alî de ji bo Komara Îslamî ya Îranê re pir girîng e, berjiwendî, xêr û kar, ewlekarî, şeref, hêz û deshilata Iraqê li navçê û baştirbûna rewşa vî welatî li navçê ye.

Hz. ayetullah Xamineyî desnîşan kir û bîr û bawera Amerîkayê derbarê Iraqê xala hember û terseyê bîr û bawera Îranê di vê barê de ye û got: Îran di warê pêwendiyên Amerîkayê bi Iraqê re ti deswerdanek nake, lê di vî halî de çave rê ye ku dost û hevalên me yên iraqî Amerîkayê baş nas bikin û bizanin ku mayîna Amerîkayê li her welatekî de dibe sedema gendelî û xirabî û wêraniyê.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê herwiha bi bîr xist . Komara Îslamî ya Îranê hêvîdar e biryara dewlet, netew û Meclisa Iraqê ji bo derxistina amerîkiyan were şopandin, çûnku hebûna wan dibe sedema bê ewlehiyê.

Rêberê mezin ê Înqilabê cinayeta Amerîkayê di warê şehîdkirina serdar sipehbud Qasim Silêmanî û Ebûmehdî El-Muhendis mînakek ji endama mayîna amerîkiyan li Iraqê da zanîn û got: Komara Îslamî ya Îranê ti caran vê meselê ji bîr nake û bi yeqîn li hemberî vê yekê wê derbeya pêwîst li amerîkiyan xîne.

Hz. ayetullah Xamineyî herwiha got: Helbet berfirekirina pêwendiyên Îran û Iraqê neyarên xwe hene ku Amerîka di serî de ye, lê belê divê ku kes qet ji Amerîkayê netirse, çûnku ev welat nikare karekî bike.

  Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî herwiha mercîyet û şexsê Ayetullah Sîstanî nemeteke mezin ji Iraqê re da zanîn û bi bîr xist: Heşda Şebî jî nemeteke din e ji bo Iraqê ku divê were parastin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî hevdîtina bi rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî re ji xwe re bexteweriyeke mezin da zanîn û sipasiya helwêst û piştgiriyên Îranê ji Iraqê kir bi teybet li dem û dewrana şerê li dijî DAÎŞ û tekfîriyan û got: Gelê Iraqê ti caran piştgiriyên Îranê ji bîr nake û rastî jî eva ye ku xwîna iraqî û îraniyan li cengê li hemberî terorîst û tekfîriyan tevlî hev bûye.

Kazimî desnîşan kir ku pêwendiyên Îran û Iraqê pêwendiyeke kûr, demfirêj, dîrokî, çandî û olî ye ku evîndariya derheq  Ehlê Beytê (Silavên Xwedê li wan be) û hezkirina wan hezretan palpişta van pêwendiyan in.    

Serokwezîrê Iraqê herwiha ber bi Rêbrê Înqilaba Îslamî got: Şîret û tewsiyên cenabê te ji me re wek kilîtek e bona çareseriya pirsgirêkan û ez ji ber van rênimandin û rênîşandayînan sipasî û qedirzaniya te dikim.

Serepeyv