Pêşewaziya fermî ya Rûhanî ji serokwezîrê Iraqê li Tehranê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro li Tehranê bi fermî pêşewazî ji serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
Si vê merasimê de piştî lêdana marşa neteweyî ya her du welatên Îran û Iraqê , Ruhanî û Kazimî ji ber yekîneya teşrîfat û teşeposatê derbas bûn û piştre her dualiyan taximên hevrê ji hevdu re dan nasandin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokwezîrê Iraqê piştî merasima fermî ya pêşewaziyê derbasî cihê muzakireyê bûn.
Zêde û berfirekirina hevkarî û pêwendiyên du welatan di mijarên siyasî, aborî û çandî, herwiha gotûbêja ser pirsên girîng ên navçê û navneteweyî û aktîvkirina pêwendiyên dualî ji bernamên girîng ên sefera Kazimî bo Tehranê ne.
Serokwezîrê Iraqê li sefera xwe ya du rojî li Îranê wê bi rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê re jî hevdîtinê pêk bîne.
Li vê sefera Kazimî, wezîrên Neft, Elekterîk, Daratî, Berevanî, Tendirustî û şêwirkarê ewlehiya Neteweyî ya Iraqê jî pê re ne.