Tîrmeh 21, 2020 14:16 Asia/Tehran
  • Zerîf çû Moskowê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro ji bo gotûbêja bi rayedarên rûs re çû Moskowê paytexta Rûsyayê.

 Zerîf li sefera xwe ya Moskowê bi serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û bi wezîrê derve yê vî welatî Sergey Lavrov re wê ser  Peymana Navokî û guhertin û geşepêdanên herî dawiyê yên navçê û pirs û meselên dualî gotûbêjê bike.

Li vê seferê de alîkarê siyasî yê wezîrê derve yê Îranê Ebas Iraqçî jî bi wezîrê derve yê Îranê re çû Rûsyayê.

Sefîrê Îranê li Moskowê  Kazim Celalî duh di peyama xwe ya ser Twitterê de diyar kiribû ku Zerîf di sefera xwe ya Moskowê de dê peyama serokomarê Îranê Hesen Ruhanî pêşkêşî serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Putîn bike.

Zerîf roja 16 Hezîrana 2020 sefera Tirkiye û Rûsyayê kir û bi rayedarên van du welatan re ser rewşa navçê û cîhanê gotûbêj kir.

Serepeyv