Serokwezîrê Iraqê gihêşte Tehranê
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bona gotûbêja bi rayedarên îranî bi taximeke derecebilind ê siyasî û aborî gihêşte Tehranê.
Mistefa Kazimî îro li balafirgeha Mehrabadê ji aliyê Reza Erdekaniyan wezîrê Elekterîk û Avê yê Îranê hate pêşewazî kirin.
Biryar e piştî pêşwaziya fermî ya serokwezîrê Iraqê ji aliyê serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî , taximên du welatan gotûbêjên xwe bidin despêkirin.
Piştî muzakireya dualî ya taximên Îran û Iraqê û civîna Ruhanî û Kazimî wê muzakireya hevbeş a taximên dercebilind ên du welatan bi beşdariya alîkarê yekem ê serokomarê Îranê Îshaq Cehangîrî sedpê bike.
Serokwezîrê Iraqê li sefera xwe ya du rojî li Îranê wê bi rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê re jî hevdîtinê pêk bîne.
Li vê sefera Kazimî, wezîrên Neft, Elekterîk, Daratî, Berevanî, Tendirustî û şêwirkarê ewlehiya Neteweyî ya Iraqê jî pê re ne.