Salroja şehadeta Hezretê Îmam Cewad (s) û tazîdariya bi vê minasibetê
Îrana îslamî li salroja şehadeta hezretê Îmam Muhemed Teqî(s), Cewad-ul-Eîme îmamê nehem ê şîeyên cîhanê şîndar û tazîdar e.
Sibe (Sêşemî) 29ê Zîqedeya sala 1441ê ya .H.Q, beranberî 21ê Tîrmeha 2020î, salroja şehîdbûna hezretê Îmam Muhemed Teqî (s) e.
Hezretê Îmam Muhemed Teqî(S) li Remezana 195`ê H.Q ji dayîk bû û piştî şehadeta bavê xwe yê giranqedr, hezretê Îmam Riza (S) îmamê heştan ê şîeyên cîhanê, îmamet û rêbertiya misilmanan girt istûyê xwe.
Dewrana jiyan û îmameta Imam Cewad (S) serdema geşatiya medeniyeta islamî û pêşxistina hizrên felsefî û bawerîyê bo cîhana îslamê bû.
Lidarxistina civîn û gengeşeyan tev dijminên mezhebên curbicur, hîndekarî û fêrkirina xelkê bi taybet ramanweran û herwiha eşkerekirina siyasetên li dijî mirovahiyê yên hakimên serdemê ji wan xebatên ilmî, çandî û siyasî yên hezretê Imam Muhemed Teqî (S) bûn.
Radyo û televzîyona Komara Îslamî ya Îranê bi boneya salroja şehadeta hezretê Îmam Muhemedteqî (S), îmamê nehan ê şîeyên cîhanê serxweşiyê dibêje misilmanên cîhanê.