Tîrmeh 19, 2020 12:05 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê rêz li şehîdên Berxwedanê girt

Wezîrê karên derve yê Îranê dema gihîştina bo Iraqê seredana cihê şehîdbûna serdar sipehbud Qasim Silêmanî, Ebû Mehdî Mihendis û hevriyên wan li nêzikî firokexaneya Bexdayê kir.

Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslêamî ku roja 3ê Çileya 2020î li ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê sefera vî welatî kiribû, hevrê digel Ebû Mehdî Mihendis alîkarê Serokê Besîca Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) û 8 kesên din di êrîşa asimanî ya hêzên destdirêjker û têrorîst ên amerîkî li nêzikî firokexaneya Bexdaya Iraqê şehîd bû.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê û desteya pêra îro Yekşemiyê bi xwendina fatiheyê rêz li cîgeha serdar sipehbud Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Elk Mihendis û hevriyên wan ên din girt.

Zerîf dema gihîştina bo Bexdayê li cem nûçegihanan got ku di vê seferê dosyeya şehîdkirina serdar sipehbud Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Mihendis û hevriyên wan dê bi birayên iraqîva were hilkolandin.

 

 

 

Serepeyv