Tîrmeh 16, 2020 14:34 Asia/Tehran
  • 2 îranî di encama êrîşa têrorîstî li parêzgeha Kurdistanê şehîd bûn

2 kes di encama êrîşa têrorîstî ya Koma dijî Înqilabê li Hewramana ser bi Şaristana Serv Avayê li parêzgeha Kurdistanê ya Îranê şehîd bûn.

Beşa pêwendiyên gelemperî ya Qerargeha Hemze Seyid El-Şuheda (S) ya Hêza bejahiya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: "Êvara Çarşemiyê li derdora gundê Bilbirê ya navçeya Hewramana şaristana Serv Avayê kedkarekî navenda Berxwedanê (Muqawimet) hevrê digel kedkarekî qayîm meqamtiyê û niştecihekî Hewramanê ku di halê gihandina alîkariyê bo niştecihên navçeyê di rojên dijwar ên têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê da bûn, ji aliyê endamên Komên têrorîst ên ser bi Istikbara Cîhanî va hatin terorkirin ku di encamê da du kes şehîd bûn û yek jî birîndar bû."
Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye: "Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî dê sizaya kiryarên sebebkaêrn vê cinayeta necamêrane bide wan."

Serepeyv