Tîrmeh 14, 2020 20:53 Asia/Tehran
  • Sertîp Qaanî: Bûyera keştiya amerîkî encama tevger û cinayeta dewleta vî welatî ye

Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî agirpêketina bi keştiya şêrr a Amerîkayê ya bi navê "USS Bonhomme Richard" encama tevger û cinayeta dewleta Amerîkayê da zanîn.

Keştiya şêrr a amerîkî ya bi navê "USS Bonhomme Richard" Yekşemiya bihurî li bendergeha Sen Diyêgo li başûrê rojavaya Amerîkayê ji ber hegerên nediyar teqiya û agir pê ket û ji billî birîndarbûna bi dehan kesî, hewildanên jibo xevakirina êgir bê encam ma û ev keştî hêdî hêdî noqim dibe.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Press TV'yê, Serdar Sertîp Îsmaîl Qaanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li nav komeke fermandarên Berxwedanê wek berteka li hemberî agirpêketina bi Keştiya şêrr a amerîkî ya bi navê "USS Bonhomme Richard" got: Amerîkî bêhûde bila li pey sûcdar negerin û aliyên din tawanbar nekin. Ev agirek e ku bi xwe vêxistine û roja îro ev agir bi wan ketiye.

Sertîp Qaanî tevî amajeya bi vêya ku artêşa Amerîkayê westiyayî û rizî bûye û alavên wê bûne hesinên bêkêr, xitabî rayedarên vî welatî got: Bûyera keştiya şêrr bersivek bo cinayetên Amerîkayê ye ku ji aliyê kesên amerîkî va opêk hatiye.

ermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha bi gotina vê yekê ku Amerîka divê rewşa xwe ya xerab bipejirîne û zêdetir ji viya zilmê li mirovahî û gelê xwe neke, got: Rojine pirr dijwar û bûyerine giran li pêşberî Amerîka û Rêjîma Siyonîst in.

 

Serepeyv