Arjantîn bi têkdana Înglîzê hilkişiya fînala Kûpa Cîhanî
Di qonaxa nîvfînalê ya Kûpa Cîhanî ya 2026an da, tîma neteweyî ya fûtbola Arjantînê karî Înglîzê têk bide û derbasî fînala Kûpa Cîhanî ya 2026an bibe.
Tîmên neteweyî yên fûtbola Înglîz û Arjantînê, di qonaxa nîvfînalê ya Kûpa Cîhanî ya 2026an da, şeva Çarşemiyê li Stadyûma Atlantayê çûn pêşberî hev ku ev lîstik bi encama 2 - 1 ser xêra Arjantînê bi dawî bû; bi vî awayî tîma neteweyî ya Arjantînê hilkişiya fînala Kûpa Cîhanî ya 2026an û bû hevrika Spanyayê. Lîyonêl Mêssî, bi tomarkirina 2 pasên golê, bo cara pêncemîn di Kûpa Cîhanî ya 2026an da bû lîstikvanê herî baş ê meydanê. Bi vî awayî, fînala Kûpa Cîhanî ya 2026an şeva Yekşemîyê, 19ê Tîrmeha 2026an, li Stadyûma Niyo Yorkê ya Niyo Cêrsiyê dê were lidarxistin; tîmên neteweyî yên Arjantîn û Spanyayê ji bo bidestxistina qaremaniya Kûpa Cîhanî dê herin pêşberî hev û Înglîz ji bo bidestxistina cîgeha sêyem dê bi Fransayê re bikeve pêşbirkê.