Servîsa Îbrî ya PressTV'yê hat damezirandin
Mijdar 25, 2025 14:23 Asia/Tehran
Alîkarê Dervesînorî yê Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê qala damezirandina servîsa nû ya PressTV'yê bi Zimanê Îbrî kir.
Ev servîs ku wek "PressTV'ya Îbrî" xebata xwe dest pê kiriye, di qonaxa yekem da bi awayê lêhûrbûyî û terkîzkirî dê li nav torên civakî amade be û naverokên nûçeyî, şirove û mûltîmedyayî taybetî berdengên Îbrî belav bike.
Ehmed Norûzî Alîkarê Dervesînorî yê Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê di peyama xwe ya fermî bi Zimanê Îbrî da tevî amajeya bi şert û mercên medyayî li nav Erdên Dagirbûyî yên Filistînê, ragihand: Di heyama şerê dijî Îranê da, rejîma Îsraîlê asta herî bilind a sansorê li ser medyayên Îbrî sepand. Ew ji agahdariya ji rastiyê ditirsin û PressTV'ya Îbrî dê rastiyên veşartî aşkira bike.