Potensiyêla Şemsê Tewrêzî divê ji cîhanê ra were nasandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i356414-potensiyêla_Şemsê_tewrêzî_divê_ji_cîhanê_ra_were_nasandin
Seyîd Reza Salihî Emîrî Wezîrê Mîrata Çandî, Geştyarî û Pîşeyên Destî roja Sêşemiyê, 30ê Îlona 2025an, di dewama bernameya serdana Şaristana Xoyê, di rêûrisma yazdehemîn Komcivîna Rêzgirtina Şems û Mewlana da, tevî tekeziya li ser nasandina potensiyêl û zirûfên îrfanî, wêjeyî û hunerî yên welêt got: Potensiyêla Şemsê Tewrêzî divê ji cîhanê ra were nasandin.
(last modified 2025-09-30T09:02:37+00:00 )
Îlon 30, 2025 12:20 Asia/Tehran
  • Potensiyêla Şemsê Tewrêzî divê ji cîhanê ra were nasandin

Seyîd Reza Salihî Emîrî Wezîrê Mîrata Çandî, Geştyarî û Pîşeyên Destî roja Sêşemiyê, 30ê Îlona 2025an, di dewama bernameya serdana Şaristana Xoyê, di rêûrisma yazdehemîn Komcivîna Rêzgirtina Şems û Mewlana da, tevî tekeziya li ser nasandina potensiyêl û zirûfên îrfanî, wêjeyî û hunerî yên welêt got: Potensiyêla Şemsê Tewrêzî divê ji cîhanê ra were nasandin.

Salihî Emîrî tevî tekeziya li ser vê yekê ku mîrata Şems û Mewlana ji bo tevahiya cîhanê ye, got: Şems û Mewlana tenê aîdî navçeyekê nînin, belkî aîdî tevahiya arif, helbestvan û wêjevanên cîhanê ne. Divê em vê Roja ronî ji cîhanê ra bidin nasandin û zirûfa Şemsê Tewrêzî li dibistan û zanîngehan ron bikin.

Bajarê Xoyê ji ber hebûna mezargeha Şemsê Tewrêzî, wek binkeya hertimî ya Komcivîna Rêzgirtina Şems û Mewlana tê naskirin û vê rêûrismê di salên dawî de roleke giring di danasîna potensiyêlên çandî û geştyariyê yên vî bajarî hebûye.

Di salnameya fermî ya Îranê da rojên 7 û 8ê Mêhrê (29 û 30ê Îlonê) bi navê Şems û Mewlana hatine binavkirin.