Mêhricana Sen Fêrmînê bi qêrîna Bijî Filistîn destpê kir
Tîrmeh 08, 2025 17:47 Asia/Tehran
Bi dehan kes ji xelkê Spaniyayê li meydana sereke ya bajarê Pampêlonayê li bakûrê vî welatî kom bûn ta ku destpêbûna mêhricana binavbang a Sen Fêrmînê pîroz bikin.
Îsal merasima destpêbûna vê mêhricanê bi awayekî fermî ji bo armanca Filistînê hat terxankirin. Rêxistina Yala Nafarowa li eyaleta Nawareyê ev mêhricanê li dar xistiye ku ji 225 koman û zêde ji 1700 endaman pêk hatiye ku ji bo sekinîna li hember jînûsayd û dagirkeriyê û di rêya azadiyê de dixebitin.