Pêşangeha Jinan û rûmeta çanda Îranî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i353831-pêşangeha_jinan_û_rûmeta_çanda_Îranî
Pêşangeha wêneyan a bi navê Jin û rûmeta çanda Îranî li avahiya NY li Jinêvê hat vekirin.
(last modified 2025-03-17T11:48:58+00:00 )
Adar 17, 2025 16:22 Asia/Tehran
  • Pêşangeha Jinan û rûmeta çanda Îranî

Pêşangeha wêneyan a bi navê Jin û rûmeta çanda Îranî li avahiya NY li Jinêvê hat vekirin.

Armanca vê pêşangehê  nîşandayîna  cih û şûna bilind a jinan di çand û şaristaniyeta Îranê de û rola wê di çalakî û berdewamiya mîrata çandî ya welêt e.

Pêşangeha Jin û rûmeta çanda Îranî komek wêneyan nîşan dide ku  xemlên curbicur  ên çandî yên Îranê li gor nêrîna jinên jêhatî, afirîner û karsaz nîşan dide.Ev berhem nîşana rola jinên Îranî di huner, çand û veguhestina kevneşopiyên resen ji bo nifşên paşerojê ne.

Vê bûyerê bala dîplomat, nûnertiyên dayimî û endamên çavdêr ên NY û civaka navdewletî li Jinêvê kişandiye ser xwe.