Nîşangeha Geştyariyê li Têhranê karê xwe destpê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i353337-nîşangeha_geştyariyê_li_têhranê_karê_xwe_destpê_kir
Nîşangeha 18`an a Navnetewî ya Geştyariyê û pîşeyên ser wê ve li hola Kendava Farsê ya Nîşangeha Navnetewî ya Têhranê karê xwe destpê kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 11, 2025 11:45 Asia/Tehran
  • Nîşangeha Geştyariyê li Têhranê karê xwe destpê kir

Nîşangeha 18`an a Navnetewî ya Geştyariyê û pîşeyên ser wê ve li hola Kendava Farsê ya Nîşangeha Navnetewî ya Têhranê karê xwe destpê kir.

Ev nîşangeha ji 11 heta 14`ê Sibatê bi beşdariya 12 welatên wek Imarat, Tirkiye, Tacîkistan, Taylend, Madagaskar, Birêzîl, Endonêzî, Qeter û Rûsiyê bi amadebûna Mesûd Pizişkiyan, serokomarê Îranê karê xwe destpê kir. Di Nîşangeha Geştyariyê de ji bo geşkirina pîşeya geştyariyê pakêtên sermayedanînê bo kesên ku dixwezin tên dayîn û 20 polên perwerdehiyê bi 27 mamosteyên bijare di warê geştyariyê de û 10 penêlên perwerdehiyê tên lidarxistin.