Belgefîlma îranî ya bi navê Sûretger xelata derhênerê herî baş ê mehrîcana Şîkagoyê wergirt
Cotmeh 05, 2024 15:38 Asia/Tehran
Xelata derhênerê herî baş ê kurtefîlma festîvala amerîkî, pêşkêşî Ramîn Hosêynpûr derhênerê kurtefîlma Sûrertger hatkirin.
Ramîn Hosêynpûr, derhêner, nivîskar û berhemhênerê fîlma Sûretger xelata derhênerê herî baş ji festîvala fîlman ya ku di Îlona 2024an de li Şîkagoyê hatibû lidarxistin, wergirt.Her wiha Êhsan Vasiqî xelata montajê ya herî baş jibo vê fîlmê wergirt.
Kurtefîlma Sûretger derbarê jiyana Molana û Şemsê Tebrîzî ye û li gorî çîrokek û rewayeteke real hatiye çêkirin.Ev fîlm niha di halê hevrikiya bo beşdariya li kademiya Amerîka û Kanadayê ye û di lîsteya IMDb de di nav 50 kurtefîlm û belgefîlmên herî baş de cih digire.