May 12, 2024 16:56 Asia/Tehran

Desteya Hekeman a Dora duyem a Festîvala Navneteweyî ya Medyayî ya Sibehê (Sobh) ku dê ji 20 heta 22ê Gulana 2024an bi sekreteriya Muhsin Yezdî were lidarxistin, hatin nasandin.

Li gorî rapora Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Festîvala Sibehê, li beşa Nûçeyan Hesen Abidînî, Seyid Muhemed Mûsewî Bocnûrdî û Hesen Bihiştîpûr, li beşa Naveroka nivîskî ya taybetî Filistînê Hesen Elîq, Mustefa Xoşçêşm û Sacid Zubêydî, li beşa Wênesaziyê Hora Xelîfe, Muhemedreza Dostmuhemedî û Muhemedhusên Nîrûmend, li beşa Mosyon Grafîk (Motion Graphic) û Kurte-anîmasyonê. Sergey Strofskî, Hadî Muhemediyan û Emîrreza Mafî, li beşa Torên Civakî, Malper, Web-Vîdyo û Nemahengê (Mûzîk-Vîdyo) Xulamreza Nûrî, Kerîm Denîs û Loîs Aldî, li beşa Radyo û Podkestê Weliyullah Qerqanî, Siyamek Kakayî, Muhemedreza Xetîbiyan, Sohrab Ne'ilbendî û Xulamreza Îbrahîm-Abadî, li beşa Bernameya Televîzyonî û Kurtefîlman Ihsan Kawe, Mustefa Wehbî û Husên Hemîd û li beşa Belgefîlman Şam Moray, Îgor Lopatonok û Muhsin Burmehanî dê hekemtiya Dora duyem a Festîvala Navneteweyî ya Medyayî ya Sibehê bigirin ustiyê xwe.

Dora duyem a Festîvala Navneteweyî ya Medyayî ya Sibehê li sê beşên "Sereke", "Beşa Dervesînorî" û "Taybet ji bo Filistînê" bi beşdariya fîlmçêker, bernamesaz û berhemênerên naverokê di warê navneteweyî da dê were lidarxistin.

Serepeyv