Fûtsala Îranê bo cara sêzdehem bû qaremana Asyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i347872-fûtsala_Îranê_bo_cara_sêzdehem_bû_qaremana_asyayê
Tîma Neteweyî ya Fûtsala Îranê bi serkeftina li hemberî Taylendê, bû qaremana Kupa Gelên Fûtsala Asyayê-2024an.
(last modified 2024-04-28T13:21:17+00:00 )
Nîsan 28, 2024 16:50 Asia/Tehran
  • Fûtsala Îranê bo cara sêzdehem bû qaremana Asyayê

Tîma Neteweyî ya Fûtsala Îranê bi serkeftina li hemberî Taylendê, bû qaremana Kupa Gelên Fûtsala Asyayê-2024an.

Fînala Kupa Gelên Fûtsala Asyayê-2024an roja Yekşemiyê navbera tîmên Îran û Taylendê li Salûna Bankok Arenayê hat lidarxistin û Tîma Neteweyî ya Fûtsala Îranê karî bi encama 4-1 ji hevrika xwe bibe û bibe qareman.

Bi vê serkeftinê ev cara sêzdehem e ku Tîma Neteweyî ya Fûtsala Îranê dibe qaremana Asyayê.

Di dawiya van pêşbirkan da tîma Uzbekistanê jî di rêza sêyem da cih girt.