Kilaşên Hewramanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i345951-kilaşên_hewramanê
irina kilaşan pîşeyekî dîrokî yê Hewramanê ye û demeke dirêj e ku Hewramî pê tên nasîn
(last modified 2024-01-12T02:35:36+00:00 )
Çile 12, 2024 05:47 Asia/Tehran
  • Kilaşên Hewramanê

irina kilaşan pîşeyekî dîrokî yê Hewramanê ye û demeke dirêj e ku Hewramî pê tên nasîn

 Wextekê karê mêran bûye, lê niha jinan jî bi hevkariya li gel hevjînên xwe dest dane vî karî û selîqe û nexşên wan ên jinane di vî pîşeyî de xuya dikin. Jinan ciwanî û aliyekî din ê hunerî daye vî pîşeyî.

Kilaş ewil qumaş e, tînin û bi rengên şîn û sor reng dikin û paşê qumaş dibirin. Gava ku digihîje destên me jinan, sê qonaxên wê yên girîng dimînin. Qonaxa “dewrçinîn”ê jinek dike, qonaxa “sakarçinîn”ê jineke din dike û qonaxa dawîn ku “damger” e. 

 Demek e ku jinan li gel hevjînên xwe dest dane vî karî. Ji kilaşkariyê dahateke baş ji bo jinan heye