Fîlmê Şîn li Kerkûkê hat nişandan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i345891-fîlmê_Şîn_li_kerkûkê_hat_nişandan
Fîlmê “Şîn” li Sînemaya bajarê Kerkûkê hat nîşandan û ji aliyê hunermend û hezkiriyên sînemayê ve rastî pêşwaziyeke baş hat.
(last modified 2024-01-08T11:56:55+00:00 )
Çile 08, 2024 15:21 Asia/Tehran
  • Fîlmê Şîn li Kerkûkê hat nişandan

Fîlmê “Şîn” li Sînemaya bajarê Kerkûkê hat nîşandan û ji aliyê hunermend û hezkiriyên sînemayê ve rastî pêşwaziyeke baş hat.

Li bajarê Kerkûkê bi amadebûna gelek hunermend û xelkê bajêr yekemîn nîşandana fîlmê “Şîn” hat pêşandan. Fîlm li ser pirsgirêkên civakî yên serdemê radiweste, ku sermayedar dixwazin keç û jinan bi navê modelan ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin.

Yek ji peyamên ku di fîlmê de hatine pêşkêş kirin ewe ku li ser modelên ku kapîtalîst bikar tînin vedibêje û ji jinan re dibêje, ‘hûn dikarin jin bin û li ser lingên xwe bisekinin, bibin xwediyên xwe, lê xwe nefiroşin û bila sermayedarek weke leyîstokan bi we neleyîze.”