Kanûn 31, 2023 16:16 Asia/Tehran
  • Di Festîvala Bazara Kifrî de ciwanan berhemên xwe nimandin

Di 28’ê vê mehê de li bajarokê Kifrî yê ser bi îdareya Germiyanê, bi tevlîbûna 120 xwediyên kar û pîşeweran Festîvala 1. ya Bazara Kifrî hate destpêkirin. Piraniya beşdarvanên festîvalê ciwan bûn û karên dest û berhemên xwe yên xwemalî nîşan dan.

Mihemed Adil  yek ji ciwanên beşdar got: “Ez bi pirtûkan beşdarî festîvalê bûme û min ji sedan 50 nirxê pirtûkan daxistiye. Ev yek jî ji bo xwîneran bi taybet ji bo xwendevanan gelek başe. Ji ber ku li vî bajarî pirtûkxane nîne, ji ber vê ev yek derfetek başe ji bo wan. Pirsgirêka ciwanên Kifrî ewe ku hemû li ser online kar dikin û kesê nas nakin. Lê ev festîval ji bo wan gelek giringe.”

Govan Kenanê jî got: “Em wek çend ciwan bi tabloyan beşdar bûne. Tabloyên min cuda cudane hinek şêweyên min ên Kurdî û Iraqî hene. Ez bi sê tabloyên cuda beşdarî festîvalê bûme. Yên ku ji hunerê fam dikin zêdetir wate didin wêne û karên me. Em daxwaz ji hikûmetê dikin ku alîkariya hunermendên ciwan bike da ku em kar û xebatên xwe bimeşînin û bi serbêxin.”

 

Serepeyv