Kanûn 31, 2023 15:25 Asia/Tehran
  • Pirtûka Nizamiyê Genceyî Xosrew û Şîrîn bo kurmancî hat wergerandin û çapkirin

Pirtûka Xosro û Şîrîn ji aliyê Perwîz Cîhanî ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û ji Weşanxaneya Nûbiharê derketiye.

"Xosrew û Şîrîn" berhema helbestvanê îranê Nizamiyê Genceyî ye ku qala çîroka evîneke trajîk dike. Genceyî nêzî hezar salan berê jiya ye. 

Genceyî ku "Leyla û Mecnûn" jî berhema wî ye, di vê berhemê de dayika xwe wekî kurd dide nasandin.

Pirtûk heta niha bi gelek zimanan hatine wergerandin û weşandin; her wiha jê şano hatine çêkirin, fîlmên sînemayê hatine kişandin. Loma jî van pirtûkan bi awayên cur bi cur bandor li gelek kesan kirine, bandor li kurdan jî kirine.

Perwîz Cîhanî li ser bandora Genceyî ya li ser kurdan jî wisa gotiye, "Bi kurdî jî, çi bi kurmancî çi bi goranî, gelek şairên me rêça Nizamî girtine û ev herdu berhemên wî, yan wergerandine yan jî jê girtine."

Serepeyv