Mijdar 09, 2023 17:50 Asia/Tehran
  • Alaya Filistînê di pêşbirkeke Lîga Qaremanên Ewropayê da hat bilindkirin

Di pêşbirka navbera Manchester United û Copenhagenê ji Lîga Qaremanên Ewropyê da alaya Filistînê hat hejandin.

Alîgirekî fûtbolê yê piştgirê gelê Filistînê di pêşbirka navbera Manchester United û Copenhagenê da bi alaya Filistînê ku li ser nivîsîbû "Kuştina zarokan li Xezeyê rawestînin", "Azadî ji bo Filistînê" û "Bi hev ra rawestin" derbasî nav erdê pêşbirkê bû.

Ji destpêka êrîşên Îsraîlê ser Zîvala Xezeyê di 7ê Cotmehê da gellek klûbên ewropî bi awayekî berfireh pişta xelkê Xezeyê girtin û di pêşbirkên cûrbcûr da alîgiran bi rakirina ala û benêran ev piştevanî diyar kirin.

 

Serepeyv