Cotmeh 23, 2023 17:10 Asia/Tehran
  • Piştevaniya qaremanê îranî yê gulêştê ji xelkê Xezzeyê

Qaremanê îranî yê gulêştê êrişa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê rexne kir û got ku zilm û zora li gelê bêguneh ê Filistînê nayê qebûlkirin.

 Emîr Husên Zarê, Qaremanê îranî yê gulêştê li kêleka  mersima rêzgirtina ji  qaremanên guleşta cîhanê, cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî xelkê Xezzeyê şermezar kir û got: Li Xezzeyê nexweş, zarok, jin û kal û pîr  dikevin ber zlm û zordariyê  ku ev yeka bi rastî dilê meriv diêşîne.

Zarê teqez kir, Xwedê wê tola van  kesên mezlûm hilîne.

Bezvanê  kêmendam  a  îranî  li lîstikên Para-Asyayî li Hangjoyê medala xwe ya zêrîn pêşkêşî zarokên şehîd ên  Xezzeyê kir.

Êlnaz Darabiyan, dîskavêja Îranê li  beşa F51 û F52, piştî bidestxistina duyemîn mîdala zêr a li dû hev li lîstikên Para-Asyayê, got ku ew ji ber mezlûmiyeta gelê Xezze û Filistînê  tazîdar e.

Darabiyanê bi şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê, medala xwe ya zêrîn pêşkêşî zarokên şehîd ên  zîvala Xezzeyê kir.

 

منبع خبر

Serepeyv