Îlon 20, 2023 14:40 Asia/Tehran
  •  Sûka Ezrayê

 Li bajarê Qamişlo, yek ji sûkên herî navdar Sûka Ezra ye ku ji aliyê cihûyekî ve hatiye avakirin.

 

Li Qamişlo bazarek heye ku pêdiviyên taybet ên xwarinê tê de tên firotin. Navê wê sûkê, Sûka Ezra ye.

Temenê Sûka Ezra nêzîkî 100 sal e. Ew sûk ji aliyê kesekî cihû ve hatiye avakirin, paşê ketiye destê kesekî filleh û niha jî di destê kurdan de ye…

Sûka Ezra di meha Remezanê de qerebalix dibe. 

Dikan û firoşgeh bi kerpîçan hatine çêkirin, rê û rêbiwar bi keviran hatine danîn û bêhna baharatê ji devê kolanan bilind dibe. Ji ber wê mirov dikare bêje sûka Cihûyan Ezra hê jî kevnariya xwe ya resen diparêze.

Serepeyv