Hezîran 04, 2023 16:52 Asia/Tehran
  • Tîma Rowînga çarkesî ya jinan a Îranê derbasî fînala Pêşbirkên Rowîngê yên Moskowê bû

Tîma Rowînga çarkesî ya jinan a Îranê hilkişiya fînala pêşbirkên Moskowê.

Pêşbirkên mezin ên Rowînga Moskowê îro Yekşemî jî hatin domandin û Tîma Rowînga çarkesî ya jinan a Îranê di koma duyem a seretayî da kete rêza duyem û derbasî fînala A'yê bû.

Tîma Rowînga çarkesî ya jinan a Îranê bi pêkhateya Nazenîn Mollayî, Mehsa Cavir, Zeyneb Norûzî û Meryem Omîdî Parsa di koma duyem a seretayî da çû pêşberî hevrikên ji Belarûs û Qezaqistanê û di rêza duyem da cih girt û derbasî fînala A'yê ya van pêşbirkan bû.

Werzîşkarên welatên Belarûs, Uzbekistan, Rûsya, Qezaqistan, Sirbistan, Ermenistan û Îranê di 25 tîman da beşdarî van pêşbirkan bûne.

Di dewama van pêşbirkan da, endamên Tîma Rowînga çarkesî ya jinan a Îranê di dora seretayî ya Madeya Yekê da çûn pêşberî hevrikên xwe.

 

Serepeyv