Rekora hilkişîna li qûçê çîyayê Everest`ê hat şikandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i341390-rekora_hilkişîna_li_qûçê_çîyayê_everest_ê_hat_şikandin
Kamî Rîta yê nepalî ku xwedîyê rekora hilkişîna li serê çîyayê Everest`ê ye, dîsan rekor derbas kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 17, 2023 16:47 Asia/Tehran
  • Rekora hilkişîna li qûçê çîyayê Everest`ê hat şikandin

Kamî Rîta yê nepalî ku xwedîyê rekora hilkişîna li serê çîyayê Everest`ê ye, dîsan rekor derbas kir.

Kamî Rîta yê nepalî ku xwe beledê çîyageran li çîyayê Everest`ê ye, îro ji bo cara 27an hilkişîya serê çîyayê herî bilind ê cîhanê.

Kamî Rîta cara yekê di sala 1994ê da karî hilkişe qûçê çîyayê Everest`ê û piştre bilî salên 2014, 2015 û 2020î, her sal derketîye serê çîyayê Everest`ê.

Çîyayê Everest`ê bi bilindahîya 8 hezar û 849 metran beşeke zincîreçîyayê Hîmalîyayê li welatê Nepalê ye.