Metroya Helebê’ bo Kurdî hat wergerandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i341184-metroya_helebê’_bo_kurdî_hat_wergerandin
Romana Meha Hesen a bi navê “Metroya Helebê” ku bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin, ji aliyê lêkoler û wergêrê Kurd Xalid Cemîl Mihemed ve bo Kurdî hat wergerandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 08, 2023 02:50 Asia/Tehran
  • Metroya Helebê’ bo Kurdî hat wergerandin

Romana Meha Hesen a bi navê “Metroya Helebê” ku bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin, ji aliyê lêkoler û wergêrê Kurd Xalid Cemîl Mihemed ve bo Kurdî hat wergerandin.

Sala 2016an, romanivîsa Kurd a ji Efrînê, Meha Hesen romana Metroya Helebê bi Zimanê Erebî weşand, û navûdengekî mezin sitand ku gihişte lîsteyên dawî ji hin xelatên mezin li ser asta welatên Erebî. Niha jî, xwendevanê Kurd dikare vê romana Metroya Helebê bi zimanê Kurdî bixwîne, ew jî yek ji weşanên Weşanxaneya Ramîna ye, ku guhdaneke taybet dide berhemên nivîskarên Kurd, bi herdu zimanên Kurdî û Erebî.

Ev roman li ser destê lêkoler û wergêrê Kurd Xalid Cemîl Mihemed, di 300 rûpelê de, ji Zimanê Erebî hatiye wergerandin bo Zimanê Kurdî (Kurmancî).