Bo cara yekê 'Mem û Zîn' li Almanyayê dibe Opera
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i341183-bo_cara_yekê_'mem_û_zîn'_li_almanyayê_dibe_opera
Bo cara yekemîn, Operaya Mem û Zîn tê amadekirin û dê roja 13ê vê mehê (Gulan) di festîvalekê de li eyaleta Hessen a Almanyayê were pêşkêşkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 08, 2023 02:17 Asia/Tehran
  • Bo cara yekê 'Mem û Zîn' li Almanyayê dibe Opera

Bo cara yekemîn, Operaya Mem û Zîn tê amadekirin û dê roja 13ê vê mehê (Gulan) di festîvalekê de li eyaleta Hessen a Almanyayê were pêşkêşkirin.

Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, şahesereke wêjeya Kurdî ye, ku weke Romeo û Julieta Kurdan tê naskirin, yek ji destanên herî mezin ên Kurdî ye di dîrokê de û berî bêhtirî 300 salan hatiye nivîsandin.

Gelek lêkolîn û şîrove li ser wê destanê hatine kirin û bo ser gelek zimanan hatiye wergerandin, lê cara yekemîn ew destana Kurdî dibe Opera û dê li Almanyayê were pêşkêşkirin.

Di nava operaya Mem û Zînê de gelek hunermendên ji neteweyên cuda cih digirin.

Cem Idiz û Cuma Boynukara ew opera amade kirine.

Operaya Mem û Zînê dê roja 13 vê mehê saat 15:00 were pêşkêşkirin.