Kurtefîlma Hejmara 9 li festîvala Îtalyayê hat wergirtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i341167-kurtefîlma_hejmara_9_li_festîvala_Îtalyayê_hat_wergirtin
Kurtefîlma "Hejmara 9" ya ku Elî Seferî nivîskar û derhênerê wê ye, li Beşa Rikeberiyê ya dora sêyem a Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Sefaloy ya Îtalyayê hat wergirtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 07, 2023 11:50 Asia/Tehran
  • Kurtefîlma Hejmara 9 li festîvala Îtalyayê hat wergirtin

Kurtefîlma "Hejmara 9" ya ku Elî Seferî nivîskar û derhênerê wê ye, li Beşa Rikeberiyê ya dora sêyem a Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Sefaloy ya Îtalyayê hat wergirtin.

Dora sêyem a Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Sefaloyê li Îtalyayê bi mazûvaniya bajarê Palermoyê tê lidarxistin; festîvala ku ji sala 1015an va bi awayê naxweyî xebata xwe dest pê kiriye û ji sala 2021ê va bi awayê rikeberane û navneteweyî berheman werdigire.

Festîvala Sefaloyê ya îsal bi dirûşmeya Rastiya Hunerê û Derfeta danîna têkiliyê navbera çandan, mazûvaniya berhemên ji welatên cîhanê dike.

Ev sêyemîn beşdariya navneteweyî ya Kurtefîlma Hejmara 9 di sala 2023an da ye.

Ev fîlm vê dawiyê li beşa rokeberiyê ya Festîvala Golden Femi Festival li Bilgaristanê hatiye wergirtin.