Festîvala Fîlman a Kobanî dest bi wergirtina fîlman kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i341080-festîvala_fîlman_a_kobanî_dest_bi_wergirtina_fîlman_kir
Çaremîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî hat ragihandin û roja dawiyê ya wergirtina Fîlman, roja 1ê Tîrmeha 2023yan e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 03, 2023 04:54 Asia/Tehran
  • Festîvala Fîlman a Kobanî dest bi wergirtina fîlman kir

Çaremîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî hat ragihandin û roja dawiyê ya wergirtina Fîlman, roja 1ê Tîrmeha 2023yan e.

Çaremîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî ji duh Duşemê ve dest bi wergirtina fîlman kiriye û wergirtina fîlman heta roja 1ê Tîrmeha 2023yan berdewam dike.

Festîval dê îsal di navbera 09 -10ê Îlonê dest pê bike û dê di festîvalê de xelat werin pêşkêşkirin.

Li gor malpara Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî, filmên ku di navbera 2020 û 2023yan hatine berhamanîn tên pejirandin.

Berpirsê Peywendî û ragihandinê yê Çaremîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî Mistefa Zêdan ji Rûdawê re diyar kir ku wan dixwest îsal li Herêma Kurdistanê festîvalê saz bikin, lê derfeta wan çênebûye.