Guleştgirên Îranê li pêşbirkên guleşta ferengî ya Tirkiyê bûn qareman
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i341029-guleştgirên_Îranê_li_pêşbirkên_guleşta_ferengî_ya_tirkiyê_bûn_qareman
Elî Ehmedî Wefa û Ehûra Bowêyrî di hevrikiyên çar kêşên ewilî ên pêşbirkên navneteweyî ya guleşta ferengî ya ciwanan a kapa qaremanên Tirkiyê mîdala zêrê bi dest xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 01, 2023 03:34 Asia/Tehran
  • Guleştgirên Îranê li pêşbirkên guleşta ferengî ya Tirkiyê bûn qareman

Elî Ehmedî Wefa û Ehûra Bowêyrî di hevrikiyên çar kêşên ewilî ên pêşbirkên navneteweyî ya guleşta ferengî ya ciwanan a kapa qaremanên Tirkiyê mîdala zêrê bi dest xistin.

Pêşbirkên Navneteweyî yên guleşta ferengî ya ciwanan, kapa qaremanên Tirkiyê ji roja yekşemiyê û bi lidarxistina  pêşbirkên çar kêşên ewilî li bajarê Antalyayê destpê bû ku Elî Ehmedî Wefa di kêşa 55 kg û Ehûra Buwêyrî di kêşa 67 kg du guleştgirên Îranê di van pşbirkan de bûn ku her duyan karîn mîdala zêrê bi dest xistin.

 Di kêşa 55 kg`ê Elî Ehmedî Wefa di pêşbirka faynalê bi encama 9-1 ji guleştgirê Tirkiyê bir û mîdala zêrê wergirt.

 Her wiha di kêşa 67 kgê Ehûra Buwêyrî di pêşbirka faynalê bi encama 9-1 derda hevrikê xwe yê Tirkiyê û mîdala  zêrê wergirt.