Xelata Mêhrigana Fîlmên Jinan a Amerîkayê ji bo kurtefîlma Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340779-xelata_mêhrigana_fîlmên_jinan_a_amerîkayê_ji_bo_kurtefîlma_Îranê
Fîlmçêkerê îranî bi fîlma komêdî ya Kêr, Çîkolatayê karî xelata EXCEPTIONAL MERIT’ê ji Mêhrigana “WRPN Women's International Film Festival” bi dest bixe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2023 14:24 Asia/Tehran
  •  Xelata Mêhrigana Fîlmên Jinan a Amerîkayê ji bo kurtefîlma Îranê

Fîlmçêkerê îranî bi fîlma komêdî ya Kêr, Çîkolatayê karî xelata EXCEPTIONAL MERIT’ê ji Mêhrigana “WRPN Women's International Film Festival” bi dest bixe.

Hûşmend Wer’î, fîlçêkerê kirmanşanî, bi fîlma pêkenî ya tal a Kêr, Çîkolatayê berî nika jî beşdarî pişka berî fînalê ya mêhriganên Fîlmên Jinan a New York û Parîsê bûbû û bûbû kandîdê fîlma herî baş a Mêhrigana Entakiye ya Tirkiyê û karîbû xelata fîlma herî baş a Exprimental’ê ji mêhriganên North Holywood a Losancêlês û Kalt a Hindê jî bi dest bixe. Fîlma pêkenî ya tal a Kêr, Çîkolat, di sala 2022’an da hatiye çêkirin û tê da cihîkariiya zayendî û bidawîhatina malbatekê tê nîşandan.

Mêhrigana Fîlmên Jinan a Amerîkayê ku taybetî fîlmçêkerên jin yan wan fîlman e ku mesele û fukarên jinan nîşan dide, li eyaleta Delaware’ê tê lidarxistin.